Makêş - Wîkîpediya
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Makêş alava darivandinê, fîltrekirin, parzûnkirinê ye. Di gelek warên jiyanê de tên bikaranîn û di zimanê kurdî de gelek binavkirinên wê hene.
- Makêş, navê giştî û herwiha navê ya di wekî meqarneyê xwarin pê tê darivandin e
- Mevsik, ya çorsane û qulên wê mezin e, bo mînak a di înşeatan de tê bikaranîn
- Parzûn, pirranî ji qumaşê ye û tê dardekirin, bo mînak parzûna pê penîr tê parzûnkirin
- Safok, sefînok, ên biçûk in, bo mînak bo çayê
- Palan (makêş)
- Şirşirk
- Kefgîr, heskên qulqulîne, bo girtina kefa xwarinê
- Serad
- Bêjing, bo bijartina heban, bêjinga ard (arvan)
- Moxil, bêjingên ku qulên wan hûrik, bi bejnê mezin in
- Sîtok, cureyek bêjingê ye, qulên wê mezin in