Mestûre Erdelanî - Wîkîpediya
- ️Mon Feb 13 2006
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mestûre Erdelan hat beralîkirin)
Mestûre Erdelanî | |
---|---|
![]() Peykerê Mestûre Erdelan, Li Sineyê | |
Navê rastî | Mah Şeref Xanim |
Jidayikbûn | 1805 |
Mirin | 1848 Iraq - Silêmanî |
Esil | Kurd |
Bernav | Mestûre |
Hevwelatî | Erdelan |
Pîşe | Helbestvan, Dîroknas |
Serdem | Sedsala 18an |
Bandorker | Mewlewiyê Kurd, Mîrza Şukrullah Sineyî, Reza Qulîzanî |
biguhêre![]() |
Mestûre Erdelanî an Mah Şeref Xanim an jî Mestûre Kurdistanî (jdb. 1805 Sine, Mîrektiya Erdelan - m. 1848 Silêmanî, Mîrektiya Baban) helbestvan, nivîskar û dîroknasa kurd e.[1]
Ew li bajarê Sineyê ji dayîk dibe û li Silêmaniyê mezin dibe. Ji malbateke desthilatdar bû. Bi zimanê erebî û farisî jî dizanî. Ew wekî yekem dîroknasa rojhilatê navîn jî tê zanîn. Li ser binemala Erdelan, bûyerên demê tomarkirinên girîng ên dîrokî kiriye.
Di sala 2005an de bo pîrozkirina rojbûyîna wê ya 200î li Hewlêrê statûyeka wê hatiye danîn. Pirtûkên wê li zimanên farisî, almanî û înglîzî hatine wergerandin.
Min ew jinem ke le pakî le serûy hemîwan im, Le jêr serwênekem de serêke hêjay tac, — Mestûre Erdelanî[2] |
- Baweriya îslamê û Rîsaleya 'Îbadetê. (Bi Farisî)
- Dîwan (Dîwan-î Masturah Kurdistanî) - Farisî û Kurdî
- Mêjûy Erdelan (Khronika Doma Ardalan: Ta'rikh-i Ardalan/ Dîroka Erdelanê
- ^ www.amidakurd.net https://www.amidakurd.net/qunciknivis/mest-re-erdelan-sine-sil-man. Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
- ^ Rûpela 37an
- Mestûre Erdelanî [arşîv] li ser Ansîklopediya Kurdistanê
- [1] Girêdana arşîvê 2006-02-13 li ser Wayback Machine