ku.wiktionary.org

baz - Wîkîferheng

 Binêre herwiha: Baz

Tewandina baz   
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî baz baz
Îzafe bazê bazên
Çemandî bazî bazan
Nîşandera çemandî bazî wan bazan
Bangkirin bazo bazino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bazek bazin
Îzafe bazekî bazine
Çemandî bazekî bazinan
Baz (1)

baz nêr

  1. (balinde) Firindeyek jakaw anku dirinde ye.
    Hevmane: şahîn, şehbaz, şimqar, terlan, laçin, dubirak
  2. (mecazî) şerxwaz, şeroke, wêrek
  • Falco

Hevreha باز(baz) ya farisî, [skrîpt hewce ye] (baz) û [skrîpt hewce ye] (bac) yên pehlewî, [skrîpt hewce ye] (boz) ya talişî... ji zimanên îranî ihtimalen ji zimanekî din yê deverî ji ber ku hevrehên wê di hêlên din yên zimanên hindûewropî de nînin. باز(baz) ya erebî, բազե (baze) ya ermenî, ܒܙܐ(baza) û ܒܙܝܩܐ(baziqa) yên aramî, בז(baz) ya îbrî, ბაზი (bazi) ya gurcî ji zimanên îranî hatine wergirtin.

Tewandina baz   
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî baz baz
Îzafe baza bazên
Çemandî bazê bazan
Nîşandera çemandî bazê wan bazan
Bangkirin bazê bazino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bazek bazin
Îzafe bazeke bazine
Çemandî bazekê bazinan

baz

  1. rev, bazdan, bez, koç, penaberî, mihacirî
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

baz

  1. Baz, navê cûrekî teyr e ku pir bi sûret difire.[1]

baz

  1. hîm, xîm, binyat, bingeh, binaxe
  2. esas
  3. Esraq bazal bazal, esasî.

baz

  1. (malbat) bav, bab