ku.wiktionary.org

mirad - Wîkîferheng

Tewandina mirad   
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mirad mirad
Îzafe mirada miradên
Çemandî miradê miradan
Nîşandera çemandî miradê wan miradan
Bangkirin miradê miradino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî miradek miradin
Îzafe miradeke miradine
Çemandî miradekê miradinan

mirad

  1. Hesret, daxwaz, hêvî, xwestek, umêd, awat, xwezî.
    • Hersê jî bê mirad çûyîn. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 68, ISBN 978-605-5683-27-6)
    • Bêy te neşêm gavek bezim
      Xanim mirada min tu yî
      Bêy te miradek meyt im
       — (Feqiyê Teyran, )

Ji erebî مراد(murad) ji mi- + rehê رو د(r-w-d, lê gerîn, li pey çûn, dan dûv). Ji eynî rehî: mirîd, îrade.