ku.wiktionary.org

rûs - Wîkîferheng

rûs

  1. bêcil, tazî, rût, şilf, xwas, çîplaq,
    ti cil li ber ne, çu libas lê ne
  2. (mecazî) feqîr, birçî
  3. cilên rûs, bêstare

    Kurd hez ji wan cilên rûs naken yê jin li Ewropa dikin ber xwe.

  • Lewra ko cihan wekî 'erûs e
    Wê hukim di destê şîrê rûs e
    Lê 'iqd û sedaq û mehr û kabîn
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Herwiha rût, hevreha soranî ڕووت(rût), farisî روت(rût), رت(rut), روده(rûde/rûdê), لوت(lût), روخ(rûx), لخت(loxt), peştûyî لوڅ(lûts), ji zimanên îranî.

rûs zayend pêwîst e (z=m: mê, z=n: nêr, z=mn: mê û nêr, z=nt: nêtar)

  1. rûsî, ûris, ji Rûsyayê